• Sunday, 28 July 2024
logo

Grûpeke ku xelk direvandin li Hewlêrê hatin girtin

Gulan Media February 22, 2014 Civakî
Grûpeke ku xelk direvandin li Hewlêrê hatin girtin
Rêveberê polîsê parêzgeha Hewlêrê ragihand ku hêzên wan grûpeke ku xelk direvandin li Hewlêrê girtin.

Rêveberê polîsê parêzgeha Hewlêrê Ebdilxaliq Telhet îro di kongreke rojnamevaniyê de derbarê azadkirina hemwelatiyekî ku ji aliyê grûpekê ve li bajarê Hewlêrê ve hatibû revandin de got “Grûpa ku ew hemwelatî revandibû 80 hezar dolar ji malbata wî xwestibû ji bo ku wî azad bikin”.

Telhet herwiha got “Roja 16/2/2014 em hatin agehdarkirin ku hemwelatiyek li nav bajarê Hewlêrê hatiye revandin û piştî çavdêriyeke zêde me karî di rêya mobayl re 2 ji wan tawanbaran, ku jin û mêrek bûn, li nav avahiya Tablo Mall li Hewlêrê bigirin”.

Telhet diyar kir ku pişt re cihê ku ew hemwelatî tê de hatibû desteserkirin hat naskirin û di cih de polîsên nehiştina tawanan ew cih kontrol kirin.

Rêveberê polîsê parêzgeha Hewlêrê bal kişand ku 2 tometbarên din jî hatin girtin û pişt re ew hemwelatî jî hat azadkirin.

Rudaw
Top