• Sunday, 28 July 2024
logo

Şaciwan hate kuştin

Gulan Media February 21, 2014 Civakî
Şaciwan hate kuştin

Şaciwana geştyarî ya Fenzewîlayê di xwepêşandanên xwenekar û gêncên wî welatî de ku ev çend heftene destpê kirine de fîşekek li serê wê dikeve û tê kuştin.

Şaciwan Cînîzis Karmona, ku temenê wê 22 saliye buye çarem qurbanî di wan tundûtîjiyên siyasî ku li Karakasê paytexta wî welatî destpê kiriye. Di xwepêşandanê de fîşek li serê Karmona ketiye û yekî ji xwepêşanderan bi motorbiskilêtê ew gîhandiye nexweşxaneyê lê belê piştî 10 demjimêran ji sedema nesekinîna xwînê jiyana xwe ji dest daye.

Li gor ajansa nûçeyan a Fransî, çend çekdarek ku siwarê motorsiklêtekê bûne gule li Karmona barandine û fîşekek li serê wê ketiye.Cînîzes Karmona xwendekarê beşa zanista civakî bûye û çaverêbû piştî 6 meh xwendina xwe temam bikeher weha yek ji xanimên nimayîşkar a navdar bo cil û bergan ya wî welatî buye û şaciwana geştyarî ya wîlayeta Karabobo a sala 2013`an bûye.

Xendan
Top