• Sunday, 28 July 2024
logo

Çîroka laşfiroşên Îranî li Dubaî

Gulan Media February 20, 2014 Civakî
Çîroka laşfiroşên Îranî li Dubaî
Erebên Dubaî herî zêde pereyan didin laşfiroşên Îranî û kêfa wan ji keçên 14-20 salî re tê. û rojane 10-15 keç ji Tehranê û bajarên din ên Îranê bi mebesta laşfiroşiyê diçin Dubaî. Grûbên ku bazirganiyê bi keç û jinên Îranî dikin zêdetir li bajarê Tehran û başûrê Îranê ne.

Li gor medya Erebî û Îranî, bazirgan piraniya wan keçan bi hinceta dîtina kar, zewac û seyahetê dibin Dubaî, hinek ji wan keçan bo çend şev mana wan li wir bi milyonan tumen (milyonek 340 dolar e) bidest dixin.

Di sala 2003’ê de mezintirîn herackirina keçên Îranî li Fecîre ya Îmarat çêbû û di wê salê de hêzên ewlekariyê yên Îranê 25 grûbên ku bazirganiyên bi jinan dikin hilweşandin. Ji xeynî Dubaî hejmareke zêde ya keçên Îranî li Tirkiyê, Ewropaya Rojhilat, Efganistan, Pakistan û Malezya bi laşfiroşiyê ve mijûl in.

Li gor daneyên parastina qurbaniyên şîdetê, her meh bi kêmanî 45 keçên 16-26 salî yên Îranî li Keraça Pakîstanê bi mebesta laşfiroşiyê tên firotin. Yek ji wan keçên laşfiroş ên Dubaî wiha dibêje: ‘’Hikûmeta Dubaî ji bo 3 meh laşfiroşî hemû pêdiviyên me yên jiyanê temîn dike, di 3 mehan de em dikarin bibin xwedî xanî û pereyan ji malbatên xwe re bişînin û li zanîngehên wî welatî bixwînin.’‘

Ew keç zêdetir li navçeya Waking Street a nêzîkê girava Cemîre û Riqe tên dîtin. Yek ji wan kesên bazirganiyê bi keçan dike navê wî Mihemed e û di vê derbarê de dibêje: ‘’Salek dibe bi vî karî ve mijûl im, li Dubaî rûdinêm, li Riqe gelek xanî hene û her yek ji wan çend keç têde dijîn û karê wan laşfiroşî ye. Bihayê her şevekê ligel wan keçan 400 dirhem e, eger cihê mêr bi xwe nebe em 200 derhemên din jê werdigirin.’‘

Basnews
Top