Li Berdereşê jinekê jiyana xwe ji dest da
![Li Berdereşê jinekê jiyana xwe ji dest da](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/36980image1.jpg )
Rêvberê polîsê Berdereşê Zêdan Zekeriya ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand “Jina bi navê D.H.M a 24 salî ku berî demekê ji mêrê xwe cuda bûbû, xwe bi benekî xeniqand û jiyana xwe ji dest da”.
Zekeriya diyar kir ku bûyer şeva borî saet 11 bi dema Hewlêrê qewimî û got “Bûyer ji ber pirsgirêkeke civakî bû”.
Rêveberê polîsê Berdereşê bal kişand ku lêkolîn derbarê bûyerê de berdewame, lê heta niha ti kes nehatiye girtin.
Rudaw