• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Berdereşê jinekê jiyana xwe ji dest da

Gulan Media February 19, 2014 Civakî
Li Berdereşê jinekê jiyana xwe ji dest da
Li qeza Berdereş a girêdayî parêzgeha Duhokê jinekê xwe di nav mala xwe de xeniqand û jiyana xwe ji dest da.

Rêvberê polîsê Berdereşê Zêdan Zekeriya ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand “Jina bi navê D.H.M a 24 salî ku berî demekê ji mêrê xwe cuda bûbû, xwe bi benekî xeniqand û jiyana xwe ji dest da”.

Zekeriya diyar kir ku bûyer şeva borî saet 11 bi dema Hewlêrê qewimî û got “Bûyer ji ber pirsgirêkeke civakî bû”.

Rêveberê polîsê Berdereşê bal kişand ku lêkolîn derbarê bûyerê de berdewame, lê heta niha ti kes nehatiye girtin.

Rudaw
Top