• Sunday, 28 July 2024
logo

Bo seksê banî wan dikir û ew dikuştin

Gulan Media February 18, 2014 Civakî
Bo seksê banî wan dikir û ew dikuştin


Îna borî çapemeniya Emerîkî behsa çîroka jineke temen 19 salî dikir, çîrok kine lê belê xwînawîne û ji vir destpê dike ku bi rêya enternetê 23 zilaman bi xwe ve radikşîne li gel wê bixewin lê belê li şûna ku li gel wan xew bike, yek bi yek wan dikuje.

Navê ew jina 19 salî (Mîrenda Berbûre)`e û akinciya wîlayeta Bensilvaniya a Emerîkayêye. Di hevdîtineke telefonî li gel rojnameya “Daylî Aytim” a herêmî li wê yekê mukir hatiye ku hemû ew zilamên ku wê xapandiye yan bi xeniqandinê yan jî bi ser jê kirinê ew kuştine ku piraniya wan xelkê wîlayetên (Alaska- Têksas- Karolîneya Bakûr û Kalîforniya) bûne.

Her weha aşkira kiriye ku zilamê dawiyê li meha îlona borî kuştiye û wijdanê wê tenê bi kuştina wî hejiyaye, ji ber wê jî pêwendî bi rojnameyê re kiriye daku li gel wê hevdîtinê bike û di hevdîtina xwe de li ser kuştina wan zilaman li xwe mukir hatiye.

Mîrenda ku bi “Xwînrêja Bensilvaniya” hatiye binav kirin ragihandiye ku ew li wan kiryarên xwe mukir tê neku bo ji ji zîndanê rizgar bibe û dibêje: Nexêr … çûnkî eger min azad bikin dubare û çendbare dikim.

Mîrenda dibêje: Ew dikare bi nexşeyekî cihên veşartina hemû qurbaniyan bide nasîn. Her weha Mîrenda wê yekê jî tîne bîra xwe ku dema temenê wê 13 salî çawa yekem qurbanî kuştiye û ew jî piştî derbasbûna çend mehan ji tevlîbûna wê li grupekî şeytanperest li wîlayeta Alaskayê.

Mîrenda dayîka zarokekî yek saliye, ew zarok jî di encama pêwendiyekê li gel gêncekî pêda bûye, ku ew gênc di rewşekî aloz de berya ku ew zarok bibe bi çend mehan jiyana xwe ji dest dide.

Xendan
Top