• Sunday, 28 July 2024
logo

Li dijî qanûna ineternetê xwepêşandan hat lidar xistin

Gulan Media February 17, 2014 Civakî
Li dijî qanûna ineternetê xwepêşandan hat lidar xistin
Doh, 16.02.2014, li bajarê Stembolê, bi sedan rojnamevan û endamên ragihandinê, li dijî qanûna ineternetê, ku di hefteya borî de Parlamentoya Tirkiyê pesend kir, derketin û xwepêşandan lidar xistin.

Hat ragihandin ku, xwepêşanderan heta ber avahiya Walîtiya Stembolê meşiyan lê ji ber destêwerdana polîsan, nikarîn bighêjin avahiyê, û bi daxuyaniyekê dawî li çalakiya xwe anîn.

Herweha xwepêşandêran pankartên weke, elo serokwezîr êdî bese, gefên li ser ragihandinê rawestînin, ji bo azadiya ragihandinê emê li ser piyabin hatibûn nivîsandin.

Grûpa bi navê “liberxwe bide rojnamevan” daxuyanî da û diyar kir ku, him gefên di rêya telefonan de tên, him jî qanûna internetê ku rê dide dewletê rojnamevanan qedexe bike êdî azadiya mirovan û ragihandinê xeniqand.

Wek tê zanîn di hefteya borî de hikûmeta Tirkiyê qanûna internetê di perlemanê de pesend kir û niha li ber destê Serokomarê Tikriyê ye da ew jî pesend bike.

Rudaw
Top