• Sunday, 28 July 2024
logo

Hejmara daniştvanên İraqê digihe 70 milyon kes

Gulan Media February 16, 2014 Civakî
Hejmara daniştvanên İraqê digihe 70 milyon kes
Wezareta Plandanînê ya İraqê pêşbînî dike ku hejmara daniştvanên İraqê di sala 2035’ê de bigihe 70 milyon kes. Netweyên Yekbûyî jî ragehandibû ku hejmara daniştvanên İraqê bi awayekî ne xwezayî zêde dibe.

Di vê derbarê de Berdevkê Wezareta Plandanînê ya İraqê Ebdulzehre El-Hîndawî got: ‘’Hejmara daniştvanên İraqê her 20 sal carekê du qat zêde dibe, em pêşbînî dikin ku di sala 2035’ê de hajmara daniştvanan bigihe 70 milyon kes, ji ber İraq di lîsteya wan welatan de ye ku bilez geşe dikin û salane digihe ji sedî 3’yê.’‘

El-Hîndawî wiha axifî: ‘’Encûmena Bilind bo siyaseta daniştvanan ku Serokwezîr Nûrî Malikî serokatiya wê dike razîbûna xwe li ser wê belgenameyê pêşan da ku ji aliyê wezaretê ve derçûye ji bo anîna hevsengiyê di navbera dahatên aborî û pêşxistina daniştvanan de.’‘

Li gor rojnameya El-Sebah a İraqî, Hîndawî wiha dibêje: ‘’Ji bo çareserkirina vê meseleyê em ê çend tedbîrên siyasî werbigirin, wek rêxistina civakê, berfirehkirina bernameyên tendirûstî û jidayîk bûnê, herwiha rolekî girîng û bi bandor bo ciwan û jinan bê dayîn daku xizmeta civakê bikin.’‘

Basnews
Top