• Sunday, 28 July 2024
logo

Mamostayek di nav mala xwe de hat kuştin

Gulan Media February 15, 2014 Civakî
Mamostayek di nav mala xwe de hat kuştin
Şeva borî li nahiyeya Şoreş a girêdayê qeza Çemçemalê mamostayek di nav mala xwe de hat kuştin. Berpirsê asayişa Şoreşê jî dibêje ku heta niha kujer nediyare û sedema kuştinê jî nehatiye naskirin.

Berpirsê asayişa Şoreşê Îzet Reûf Rehîm ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got “Heta saet 8ê şevê malbata wî mamostayî li cem bû, lê saet 5ê sibehê birayê wî telefona wî kir lê wî bersiv neda, dema ku diçin malê dibînin ku hatiye kuştin”.

Rehîm herwiha got “Em li benda encamên lêkolîna bijîşka dadê ne ji bo ku em bizanibin bê ew saet çend hatiye kuştin, lê tiştê diyar bûye ku pencereya mala wî şikestiye û kujer ji wir derbasî odeya wî bûye û bi kêrê li stû û zikê wî daye”.

Rehîm axaftina xwe wiha domand: “Mala wî mamostayî li nêzîk dibistana Kerkûkê ye, ew di sala 1983yan jidayik bûye û zewicî bû, lê berî 2 salan jina xwe di bin darê zorê de berda, pirsgirêka wî ya sulfeya civakî (selef) hebû û çend caran mala wî rastî êrîşa bi guleyan hatibû û 2 jinên malê birîndar bûbûn”.

Rudaw
Top