• Sunday, 28 July 2024
logo

Ji ber bêaviyê 10 rojan carekî zarokên xwe dişon

Gulan Media February 14, 2014 Civakî
Ji ber bêaviyê 10 rojan carekî zarokên xwe dişon
Gundê Rezanê yê Colemêrgê 68 salin pirsgirêka avê heye. Welatî ji bo pirsgirêka avê çareser bikin 2 kilometre rê diçin û ji kaniyê avê tînin.

Gundê Rezanê yê Goranîsê ji 35 mal û 250 nifûsê pêk tê. Gundê Rezan 30 kîlometre dûrî Navenda Colemêrgê ye. Ji bo pirsgirêka avê çareser bibe di çarçoveya Projeya Piştgiriya Bingesaziya Gundan a Îdareya Taybet a Bajar (KOYDES), di sala 2010'an de projeya avê hat pêşkêşkirin. Lê yekîneya lêkolîn û venêrtinê ya Îdareya Taybet a Bajar bêyî ku rewşa herêmê ya kevir û çiya li ber çavan bigire rapor amade kir. Proje di sala 2010'an de bi 62 hezar lîre dan şîrketekê. Ji ber ku herêm zinar bû, tenê fîrmaya projeya avê 15 santîm erd kola û boriyên avê binax kirin. Di Nîsana sala 2011'an de ji ber baran û berfa zêde hemû boriyên di bin axê de tev ketin ber avê û ji cihê xwe rabûn. Piştî vê yekê KOYDES'ê di sala 2011'an de ji bo xeta avê projeyek din ava kir. Lê di vê projê de jî ji ber ku şebekeya avê ji çavkaniyek kêm anîn, di çileyê zivistanê de av miçiqî û dîsa welatiyên gund bê av man.


Ji bo şûştinê tên Colemêrgê


Welatiyên gundê Rezan diyar kirin ku bi salan in pirsgirêkên avê dijîn û ji ber pirsgirêka avê dijîn nikarin pêdiviyên xwe dabîn bikin. Welatiyan anîn ziman ku bi kîlometreyan diçin avê ji kaniyên dervê gund tînin û zahmetiyên pir mezin dijîn. Welatiyan, destnîşan kirin ku ji ber pirsgrêka avê bi rojan nikarin cilê xwe bişon û nikarin pêdiviyên xwe temîn bikin. Welatiyan dan zanîn ku diçin avê ji çemê Zapê tînin û bi vî rengî pêdiviyên xwe temîn dikin.


‘Em 10 rojan carekê zarokên xwe dişon'


Welatiyan anîn ziman ku ji ber av tune nikaren zarokên xwe bişon, nikarin cilê xwe bişon û ji bo ava xwarin û vexwarinê pir zahmetiyan dijîn. Welatiya bi navê Adile Bozkurt, anî ziman ku pirsgirêka avê pir zêde ye û wiha got: "Em ji ber bêaviyê rezîl û riswa bûn. Bi salan in em bê av in. Em diçin ji çem û rûbarên dûr avê tînin."


Welatiyên bi navê Mikail Karacak, Îsmail Karaca, jî anîn ziman ku bi salan in ji ber polîtîkayên dewletê pirsgirêka avê dijîn u nikarin pêdiviyên xwe yên avê dabîn bikin.


Endazyarê Daristanê Abidîn Bozkurt, jî anî ziman ku ji bo pirsgirêka avê çareser bike 10 salin di nava hewldanan de ye û heta niha gellek caran nivîs ji rayedaran re şandiye, lê pirsgirêk nehatiye çareserkirin. Bozkurt, anî ziman ku pirsgirêka avê 68 salin didome û wiha got: "Îhaleyên avê çêkirin. Lê ji ber ku şert û mercên herêmê li ber çavan negirtin pirsgirêka avê çareser nebû." Bozkurt, da zanîn ku bi dehan caran serî li rayedaran dan û herî dawî di 2'ê Çile de nivîs ji rayedaran re şandin. Bozkurt, anî ziman ku ji bo pirsgirêka avê çareser bibe dê têkoşîna xwe bidomînin.


Serokê Meclisa Bajar a Colemêrgê Ahmet Korkmaz, anî ziman ku ji ber vê pirsgirêkê îdareya bajêr rastî lêpirsînê hatiye û doz li wan hatiye vekirin û wiha got: "Me di sala 2013'an de ji bo çareseriyê 97 hezar lîre wek bûdce veqetand. Lê ev proje rastî astengiya çavdêran hat.


Berpirsê karê bîr û avê yê Îdareya Taybet a Bajar Naci Demir, jî anî ziman ku gellek xeletî li ser hev çêbûne û wiha got: "Em ne şaredarî ne ku me her pirsgirêkê çareser bikin. Karê ku me kir me ji bo xatirê Meclisa Bajar û Walî çêkir. Ne wisa bûya me ev kar nedida ser pişta xwe.”

Rudaw
Top