• Sunday, 28 July 2024
logo

Xelata îsal a ‘Sêva Mêxekrêj’ bo mamostayê Merîwanî ye

Gulan Media February 13, 2014 Civakî
Xelata îsal a ‘Sêva Mêxekrêj’ bo mamostayê Merîwanî ye
Hunermend Seywan Seîdiyan ku wek xwediyê serekî yê projeya netewî û cîhanîkirina Sêva Mêxekrêjê tê nas kirin, di vê derbarê de xebat û hewldanên navbirî diyar û girîng in, salane bi nêzîk bûna cejna Valantain û roja evîndaran, Seîdiyan dikeve bîra me tevan, ji ber ku her sal projeyên wî yên nû weke bombeyekê diteqin, ka em bi rêya hevpeyvînê bizanîn Seîdiyan ji bo îsal çi dike?

Bas: Derbarê Sêva Mêxekrêj û dîroka wê de çi tê gotin?

Seywan Seîdiyan: Sêva Mêxekrêj, sêveke xwezayî ye û piştî mêxekrêj kirinê, bîst heta mehekê dem dixwaze heta hişk bibe. Piştî hişk bûnê bi sedan sal wek xwe dimîne û bêhna wê jê naçe.

Sêva Mêxekrêj edeteke kevn a Kurdewarî ye û xwedî mesaja evîndarî û aştîwazane ye ku di du rewşan de hatiye bikar anîn:

-Dema kesek evîndare û nikariye evîndariya xwe bi rêya ziman derbibire, sêvek mêxekrêj kiriye û ji hezkiriya xwe re şandiye.

-Dema du evîndar yan du kes ji hev tûre û aciz bûne, layenekî sêvek mêxekrêj kiriye û bi mebesta aşt bûnê ji bo kesê/a din şandiye.

Bas: Sêva Mêxekrêj sembola çiye û çawa bi Kurdistan û cîhanê tê nasandin?

Seywan Seîdiyan: Sêva Mêxekrêj di folklora Kurdî de xwedî temenekî dûr û dirêj e. Vê sêvê ji berê heta niha cîhekî taybetî di nav bexçikên dapîrên me de, li ser taqçe û refên malan de hebû. Bi hezaran evîndaran pêşkêşî hezkiriyên xwe kirine û bi hezaran dilên şikestî bi hevre aşt kirine. Heta niha gelek sêvên Mêxekrêj hene ku temenê wan ji sed salan zêdetire û ji aliyê hin malbatan ve bi taybet li gundan têne parastin. Mixabin di çend salên borî de toza ji bîr kirinê li ser vê berhemê jî rûnişt û weke dehan berhemên din ji ber xemsariyê hêdî hêdî dihate ji bîr kirin, heta rojekî bi helkeft di sala 1999’an de sêveke mêxekrêjkirî ji aliyê diya min geheşte min. Ew yek bû havênê çend berhemên hunerî ku destpêka wan sala 2003’ yê bû û heta niha jî berdewam in.

Hêjayî gotinê ye ku ew berhem ji aliyê Wezareta Pîşesazî ya Herêma Kurdistanê li Îraqê wek brandekê ji bo şîrketa ‘Vînsêv’ê hatiye tomar kirin û ji aliyê Desteya Giştiya Geştûguzara Herêma Kurdistanê ve, bi awayekî fermî wek sembol û diyariya Kurdî hatiye nas kirin.

Bas: Gel te weke zilamê sêvê nas dikin û hemû salê di roja Valentainê de Sêva Mêxekrêj dikeve bîra xelkê Kurd, ji bo çi di roja Spendarmez de ku roja evîndaran a Kurdistanê ye rê û resmeke wiha rêk naxin?

Seywan Seîdiyan: Projeyên hunerî yên Sêva Mêxekrêj berfireh û cur bi cur in. Lê bingeha serekî ya wan li ser evîn û aştiyê ye. Bi taybet ku evîndarî dinav me de û bi taybet evîndariya di navbera kur û keçan de ji aliyê civakê ve wek xeta sor bûye, min hewl da di roja Valentainê de bi pêşxistina kulturekî resen û kevnar a Kurdî civak bi awayeki asayîtir li vê beşa girîng a jiyanê binêre. Ji xeynî wê jî me di dîroka dewlemend a xwe de roja Spendarmez heye ku dike 02.18 her salê, wate çar roj piştî Valentainê. Ji ber vê jî Şîrketa VînSêv xelata salane ya Sêva Mêxekrêj diyar kiriye ku salane pêşkêşî kes yan çend kesan tê kirin ku di warê pêşxistina aştî û evînê de pêngavên însanî û bilind avêtine. Sêva Mêxekrêj a îsal biryare pêşkêşî mamostayê Merîwanî û tevahiya şagirdan tê kirin ku ji ber nexweşiya kanserê ya ‘Mahan’ pora xwe rûtkirin û wateyeke din dane hezê.

Bas: Ji roja ku tu mijûlê nasandina vê sêvê yî, bi baweriya te heta niha çend sêvên mêxekrêj hatine çêkirin?

Seywan Seîdiyan: Destpêka projeyê sala 2003’an bû û her sal bi aksyoneke cuda tê birêve birin. Li gor belge, wêne û vîdeoyên berdest heta niha zêdeyî hezar sêvan hatine çêkirin û niha di pirandiya malan de hene.

Bas: Sêva mêxekrêjê ji bo paşerojê çi proje hene?

Seywan Seîdiyan: Bextewerane pêngavên projeyê her ku diçe baştir dibin. Niha proje di qonaxa netewî bûnê deye û ber bi cîhanî bûnê ve diçe. Em li ser du xetên serekî û tevî komeke dost û hevalên li şîrketa VînSêv’ê xebatên xwe berdewam dkin.

Ya yekem ‘Diyariya Sêva Mêxekrêj’e ku bi rapêç û dîzayneke gelek taybet û îroyîn hatiye amade kirin û niha her kesek bi şanazî dikare weke diyarî pêşkêşî hevdu bike.

Xeta duyem projeyên hunerî ne ku di demeke nêzhik de di Valîntina 2014’an de du sêvên mêxekrêj pêşkêşî malbatên herdu şehîd, Kawe Germiyanî û Biryar Hesen tê kirin. Herwiha 5000 sêvên mêxekrêj li Helebceyê bo Hîroşîmayê tên şandin û li Hîroşîmayê monomêntek ji bo Helebceyê tê çêkirin.

Projeyeke din heye ku bi çêkirina 40 hezar sêvan ji aliyê xelkê Bakurê Kurdistanê û bi rapêçeke taybet weke peyama evîn û aştiyê ji bo kesên ku di şerê 30 salî yê di navebara PKK û dewleta Tirik de jiyana xwe ji dest dane. Ji gerîla, esker û kesên sivîl. Ew hereket jî dikare pêngaveke bi nirx be ji bo pêvajoya aştiya gelê Kurd û Tirk.

Bas: Hinekî behsa koçberên Sûriyê û mêxkrêj kirina sêvên xwe bike.

Seywan Seîdiyan: Em wek şîrketa VînSêv’ê bi vê meselê gelek serbilind in ku bi çêkirina sêvên mêxekrêj ji aliyê koçberên rojavayê Kurdistanê, me kariye derfeta karkirinê ji bo sedan malbatan biafirînîn. Em li şûna xêr pêkirinê kar didin wan û bextewerane gelek bi başî hatiye pêşwazî kirin. Ew kar dikare di warê derûnî de hêzekê bide wan û li şûna gelek karên ne li rê wan ji parsekî û hwd dûr bixe. Niha di sedan çadiran de jin û keçên Kurd ji bo gehandina peyama evîn û aştiyê mijûlê mêxekrêj kirina sêvan e.

Basnews
Top