• Sunday, 28 July 2024
logo

Zêdeyî 6 hezar jin û mêr ji hev cuda bûne!

Gulan Media February 13, 2014 Civakî
Zêdeyî 6 hezar jin û mêr ji hev cuda bûne!
Di sala borî de zêdeyî 6 hezar rewşên ji hev cudabûnî li dadgehên Herêma Kurdistanê hatine tomar kirin, û rêjeya herî bilind jî li parêzgeha Hewlêrê ye.

Li gor raporta salane ya Encûmena Dadwerî ya Herêma Kurdistanê, di sala 2013’an de li seranserê Herêma Kurdistanê, 52 hezar û 749 dosyayên mahbirînê hatine tomarkirin, li beramber jî 6 hezar û 417 rewşên ji hev cudabûnê jî hatine tomarkirin.

Li gor wê raportê, rêjeya herî zêde ya wan rewşên jihev cudabûnê li parêzgeha Hewlêrê bû, ku li Hewlêrê 2 hezar û 760 rewş hatine tomarkirin, herwiha parêzgeha Silêmaniyê di pileya duyem de ye bi 2 hezar û 184 rewşên jihev cudabûnê.

Herwiha di beşekî din ê raportê de tê gotin ku di sala borî de rê bi 62 zilaman hatiye dayîn ku jina duyem bo we bînin û ji wan jî 39 zilam xelkên Hewlêrê ne.

Di sala 2013’an de herwiha 114 dosyayên cor bi cor li dadgehên Herêma Kurdistanê hatine yek alîkirin û li dadgeha îstenaf jî 3 hezar doz hatine yek alîkirin.

Basnews
Top