• Sunday, 28 July 2024
logo

Desteya Mafên Mirov: Nameya destdirêjiya li Asayişê li ber lêkolînê ye

Gulan Media February 13, 2014 Civakî
Desteya Mafên Mirov: Nameya destdirêjiya li Asayişê li ber lêkolînê ye
Desteya Serbixwe ya Mafên Mirov li Herêma Kurdistanê, ragihand, ew sê girtiyên ku ji parlamenterekî re name nivîsandibû û gotibûn “li Asayişa Hewlêrê li ber çavên me destdirêjî li hevjîna girtiyekî kirin” dibêjin, name aliyê wan bixwe ve hatiye nivîsandin û li ser gotinên xwe jî rijd in.

Çend roj berê, endamê Parlamentoya Kurdistanê Soran Omer ku di heman demê de endamê fraksyona Komela Îslamî ya Kurdistanê ye jî, ragihandibû, 3 girtiyan jê re name nivîsandine û yek ji wan girtiyan di nameya xwe de wiha nivîsandiye: “Li Asayişa Hewlêrê li ber çavên min destdirêjî li hevjîna min kirin da ku ez agahiyan bidim wan”.

Ew sê girtî li girtîgeha Mihete ya Hewlêrê ne û bi cezayê heta hetayî hatine mehkûmkirin.

Piştî vê yekê, desteya serbixwe ya mafên mirov li Herêma Kurdistanê li pey vê mijarê çû.

Rêvebera giştî ya hiqûqî û parastina mafên mirov Tavge Omer Reşîd, dibêje, wan girtiyan têkez kirine ku name ji aliyê wan ve hatiye nivîsandin ji ber wê jî eger nameya wan girtiyan rast be wê çaxê ji rewşa binpêkirinê derbas dibe û dikeve çarçoveya sûc lewma divê dozgeriya giştî dosyayekî vebike û eger rast nebe wê çaxê reşkirina navê Asayişê ye û ew dikarin dozê vebikin.

Tavge Omer, diyar kir ku wan her sê girtiyan nameya xwe îmze kirine lê heta niha nayê zanîn ka naveroka namê rast yan na.

Rêveberê Asayişa Hewlêrê Tariq Nûrî, beriya niha ji Rûdawê re gotibû, ew tişta Soran Omer dibêje, sala 2005an qewimiye, niha jî 2014an e û heta niha me ne tiştekî wisa bihîstiye û ne jî çêbûye.

Li gorî Tariq Nûrî, ev îdiayên wiha tenê reşkirina navê Asayişê ne.

Rudaw
Top