• Sunday, 28 July 2024
logo

Hay ji êşa stû hebin!

Gulan Media February 11, 2014 Civakî
Hay ji êşa stû hebin!
Gellek mirov bi kêmasîve di jiyana xwe de carekî pêrgî êşa stû tên. Êşa stû bi taybetî ji ber kêmbûna lebatê peyda dibe. Herwiha ev êş dibe sedema tevizîna mil û destan jî. Pêre jî hesta bêkêrtiya destan û gêjbûna serî jî diafire.

Kompîter dibe sedema êşa stû


Bi taybetî kesên di nivîsgehan de li ber kompîterê kar dikin bi êşa stû re rûbirû dimîn. Sedemên gazindên ji stû pirr in; Di nava van sedeman de ji kirêca di nava stû de diafire bigire heta fitika stû û sendromên êşê yên cuda jî hene. Bi taybetî kesên ku di ofîsan de li ber maseyan û kesên ku zêde kompîterê bikartînin ji vê êşê bi gazind in. Êşa stû li cem hinekan xwe tenê li nav patikê dide der û li cem hinekan jî li ser namil, mil û singê jî belav dike.

Tedawî bi serîlêdana bijîşk destpêdike

Di warê tedawiya vê êşê de jî pêşiya hertiştî pêwist e bijîşk derînên holê ka ev gazind ji kîderê tê û xwe li kîderê belavkiriye. Hinek ji vê êşê dikare bi dermanan were tedawîkirin. Nexweşiya herî giran ya êşa stû ji ber hebûna tûmor an jî fitikê ye. Ji ber vê çendê eger êşê ziyan gihandibe fonksiyona rûvî û masûlkeyan, wê dêmê dikare pêwistî bi emeliyatê ango mûdaxeleyeke cerahî were dîtin. Ji hêla din ve ji bo saxkirina êşa stû di gellek rewşan de tedawiya fîzîkî bikêr e.

Ev êş dikare ji ber pirsgirêkên derûnî be

Bijîşk dermanên cure ji bo vê êşê didin nexweşan. Piştî ku tê fêmkirin ka vê nexweşiyê çima rûdaye, dermanên mîna yên li dijî êşê û yên masûlkeyan nerm dikin ji bo nexweşan têne nivîsandin. Herwiha eger êşa patikê ji ber nexweşiyên derûnî be, di vê rewşê de ji hêla bijîşkên derûnnas ve dermanên li dijî xewa neasayî û antîdepresîv ji nexweşan re tên pêşniyarkirin.

Ji bo xweparastina ji êşa stû

- Dema hûn rûniştî bila pişt û stûyê we rast bin.
- Pêwist e hûn hay ji xwarina xwe hebin û giraniyê bidin xwarinên saxlem.
- Eger pirraniya karê we li ber masê be, zû bi zû navberê bidin karê xwe yê rûniştî û rabin ser lingan.
- Bila kursiyê hûn herdem li ser rûdinin li gora bejina we hatibe eyarkirin û hûn xwe li ser rihet hîs bikin
- Dema xwedirêjkirin ango razanê jî pêwist e balgiyê li ser tê razan ne stûr be. Herwiha razana li ser rû û zik dikare êşa stû bêhtir bike.
- Divê mirov xwe ji aktîvîteyên serî ber jêr ve dide zêde kêm bin û heta ji mirov were, xwe ji aktîvîteyên bi vî rengî dûr bigire.
- Ji bo stûyekî bê gazindên êşê girîng e ku hem werziş were kirin û hem jî di nava hewaya paqiş de mirov herdem bimeşe.
- Melevaniya asayî hem dikare pêşiya vê êşê bigire û hem jî di dema hebûna êşê de dikare gazindin heyî kêmtir bike.

Rudaw
Top