• Sunday, 28 July 2024
logo

Termê 2 Kurdên Rojhilat li Şemzînanê hat dîtin

Gulan Media February 9, 2014 Civakî
Termê 2 Kurdên Rojhilat li Şemzînanê hat dîtin
Xebatên ji bo dîtina cenazeyên her çar Kurdên Rojhilatê Kurdistanê ku li ser sînorê Bakurê Kurdistanê di bin berfê de mabûn berdewam in. Di encama lêgerînê de heta niha cenazeyên du kesan hatine dîtin.

Roja 31/1/2014 hemwelatiyên Rojhilatê Kurdistanê yên bi navê Faxır Ahmet, Xebat Îsmaîl, Şakir Salih û Adem Mistefa xwestibûn ku serdana merivên xwe li gundê Gelêşim ê navçeya Şemzînan li parêzgeha Colemêrgê bikin, lê ji ber barîna berfa zêde li ser sînorê navbera Rojhilat û Bakurê Kurdistanê her çar kes di bin berfê de man.

Di encama lêgerîna 8 rojan de cenazeyê kesên bi navê xebat Îsmaîl û Faxir Ahmet hatibn dîtin û xebatên lêgerînê ji bo dîtina cenazeyên her du kesên din jî didomin.

Rudaw
Top