• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Dêrsimê lezbiyen û gêy komeleya xwe ava dikin

Gulan Media February 9, 2014 Civakî
Li Dêrsimê lezbiyen û gêy komeleya xwe ava dikin
Lezbiyen, Gêy, Bîseksuel, Înterseksuel (LGBTÎ) ên Kurd di bin navê ‘Dêrsîm Roştiya Asmê’ (Dêrsim Ronahiya Heyvê) de xwe bi rêk dixin û di demên bê de jî komeleya xwe ava dikin.

Berdevkê LGBTÎyên Dêrsîmê Husrev Orgûn got ku ji ber ew hem Kurd hem jî Elewî ne, zêdetir rastî tundûtûjiya pergalê tên.

LGBTÎyiyan îro li avahiya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) civîna çapemeniyê li dar xistin. Berdevkê LGBTÎyiyan Husrev Orgûn daxuyand ku wan di bin navê Dêrsîm Roştiya Asmê de tevgerekê pêk anîne û dê di rojên bê de jî bi heman navî komeleyekê ava bikin.

Berdevkê LGBTÎ-Dêrsîm Roştiya Asmê, Husrev Orgûn, di destpêka daxuyaniya xwe de ragihand ku li Dêrsîmê Lezbiyen, Gey, Bîseksuel, Transeksuel, Întersek hene. Orgûn wiha berdewam kir: “Li ser vê axê em jî dijîn. Êdî hîn bibin, em li vir in û em naçin ti derê!”

Orgûn got ku bi du kesan tevgera xwe saz kirine û niha gihêştine 8 kesan. Orgûn, diyar kir heta niha li Dêrsîmê rastî ti bertekek nehatine û wiha pê de çû: “Em heta niha rastî ti bertekek nehatine û li vir li dijî LGBTÎyiyan ti êrîşeke nehezî û nifrînê pêk nehatiye. Lê belê ev nayê wê wateyê ku fobî, nefret û nifrîna dêrsimiyan li hemberî LGBTÎyiyan tune.”

Orgûn, têkildarê navê rêxistinbûyînê jî got: “Ji bo xatirê hevzayend û transeksuelên di tarîtiya şevê de di bin ronahiya heyvê de tên kuştin, biroj di girtîgeha malê de şevan di girtîgeha şevê de ne, me navê Roştiya Asmê li xwe kir. Di Kirmanckî/Zazakî de ev tê wateya ‘Ronahiya Heyvê’.”

Orgûn derbirî ku ew dixwazin li ser axa xwe bijîn û hebûna xwe bidomînin. Di vî warî de wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi taybetî ji herêma Kurdistanê ber bi bajarên Tirkiyê tên koçberkirin; lewma em têdikoşin û dibêjin ku LGBTÎyî li ser axa xwe peyda bûne, dixwazin li ser vê axê hebûna xwe berdewam bikin û dê li ser vê axê hebûna xwe bidomînin.”

Orgûn derbirî ku ew wekî LGBTÎyiyên Kurd û Elewî zêdetir tûşî zext û tundiyê dibin û wiha pê de çû: “Li Dêrsîmê LGBTÎyî ji ber hem Kurd hem jî Elewî ne, bi berdewamî rastî tundûjiya pergalê tên. Tevgera LGBTÎ-Dêrsîm Roştiya Asmê azadiya netewî, çînî, çandî û dînî diparêze; herwiha kêşeyên di vî warî de wekî kêşeyên xwe dibîne û ji bo çareseriya van kêşeyan jî têdikoşin. Li ser vê qada têkoşînê, hemû antîfaşîst mil bi mil li dijî vê pergalê dê têbikoşin.”

Orgûn, got ku ew wekî Dêrsîm Roştiya Asmê dij-otorîter û li dijî hiyerarşiyê ye. Herwiha Orgûn tevgera xwe wekî yeksanparêz, antîfaşîst, azadîxwazên azadiya zayendî, hawîrdorparêz bi nav kir.

Di dawiya daxuyaniyê de Berdevkê LGBTÎ-Dêrsîm Roştiya Asmê Husrev Orgûn got ku bi azadiya jinan re mêr, bi azadiya LGBTÎyan re jî heteroseksuel azad dibin.

Rudaw
Top