Yarîzanên keç ên Îranê tên kontrol kirin!
![Yarîzanên keç ên Îranê tên kontrol kirin!](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/yarzankich.jpg )
Federasyona Futbola Îranê biryar da ku ew yarîzan bên kontrol kirin, bi taybetî ku di demên borî de derketiye çend yarîzanên naskirî, kur bûne û regeza xwe bo keç guhertine û 4 ji wan jî di rêza Taximê Millî yê Îranê de bûn.
Hêjayê gotinê ye ew regez guhertin jî li ser biryar û fetwaya Rêberê Şoreşa Îslamî ya Îranê Elî Hameneyî hatiye kirin, ku rê daye hevwelatiyên Îranî regeza xwe biguherin. Li gor rojnameya Telegraph a Brîtanî, doktor bi awayekî ne îlankirî beşdarî perwerdeya taybet a beşdarvanên gera futbola jinan û Futsala Îranê bûne.
Serokê Lijneya Pizîşkî ya Federasyona Futbola Îranê Ehmed Haşimiyan jî wiha dibêje: ‘‘Divê klubên sporê berî bondê ligel yarîzanan îmze bikin, ew yarîzan bên kontrol kirin û bê zanîn ka bi rastî keç in yan na. Yên ku bi fermî nehat îspatkirin ku jin in, ji beşdarbûna dewreyê bêbeş dibin û ji bo çareseriyê tên şandin.’‘
Basnews