• Sunday, 28 July 2024
logo

Daxwaz tê kirin Urdin vîzeyê bide welatiyên Kurdistanê

Gulan Media February 8, 2014 Civakî
Daxwaz tê kirin Urdin vîzeyê bide welatiyên Kurdistanê
Desteya Geştûguzarî ya Kurdistanê şirketên geştyarî yên Urdinê vexwendin da serdana herêmê bikin û hevdem ji Urdinê xwest ku vîzeyê bide hevwelatiyên Herêma Kurdistanê.

Li gor beyannameya Desteya Geltûguzarî ya Kurdistanê ku kopiyek ji BasNewsê re hatiye şandin, Cîgirê Konsulê Giştî yê Urdinê li Hewlêrê Mihemed Ednan Şedad serdana Desteya Geştûguzarî ya Herêma Kurdistanê kir û ligel Serokê Desteyê Mewlewî Cebar civiya.

Di civînê de Mewlewî Cebar behsa nûjenkirina Qesra Melek kir ku niha karê li ser berdewam e û ragehand ku wî pêşniyar kiriye piştî bidawîhatina karên nûjenkirina Qesra Melek, beşek jê bibe muzexane da navmala malbata şahane bê parsatin, û piştre ji bo geştiyaran bê vekirin.

Herwiha Serokê Desteya Geştûguzariyê çend şirketên geştyariyê yên Urdinê vexwendin Herêma Kurdistanê da beşdarî semînerên derbarê geştyariyê de bibin ku biryare di meha Adarê de bên lidarxistin.

Mewlewî daxwaz ji Cîgirê Konsulê Giştî yê Urdinê kir ku hinek asankarî bên kirin dema hevwelatiyên Kurdistanê daxwaza wergirtina vîzeya wî welatî dikin, ji aliyê we jî Mihemed Ednan Şedad amadebûna welatê xwe bo pêkanîna vê daxwazê anî ziman û got: ‘‘Em amade ne di ware nûjenkirina cihên geştyarî de hevkariya Herêma Kurdistanê bikin.’‘

Basnews
Top