• Sunday, 28 July 2024
logo

Yasa workşpoan li Efrînê li dar dixe

Gulan Media February 8, 2014 Civakî
Yasa workşpoan li Efrînê li dar dixe
Navenda YASA ya lêkolîn û rawêjkariyên yasayî 2 workşop li Efrînê li dar xistin.

Workşopek li ser kargêrî û mafên mirovan bû ku tê de gelek endazyar , endamên asayîşa PYDê û dadwer beşdar bûn. Ev workşop ji bo ku bingeheke yasayî ji rêvebirinê re bê avakirin û çawa mafên mirovan bên parastin hat lidarxistin.

Kesên beşdar diyar kirin ku ev workşop ji wan re gelek girîng in bi taybet di warê kargêriyê de.

Workşopa duyem li ser ragihandinê bû ku tê de 11 kes ji rojnamevan û sernivîserên rojnameyan beşdar bûn. Beşdar fêrî şêweyên nivîsandina raportan, danûstandin û hevdîtinan bûn.

Rudaw
Top