• Sunday, 28 July 2024
logo

Di girtîgehên İraqê de jin rastî destdirêjî û îşkencê tên

Gulan Media February 6, 2014 Civakî
Di girtîgehên İraqê de jin rastî destdirêjî û îşkencê tên
Rêxistina Human Rights Watch di nûtirîn raporta xwe de rexneyên giran li hikûmeta Iraqê girtin û ragihand ku bi hezaran jin li Iraqê bê guneh û tawan hatine girtin.

Human Rights Watch, ku taybete bi çavdêriya rewşa mafên mirovan li seranserê cîhanê, di raporta xwe ya îro (06.02.2014) de balê dikşîne ser desthilatdarên Iraqê ku bi hezaran jin girtine û bê guneh û tawan û di nava girtîgehan de rastî îşkence û danûstandina xirab tên.

Herwiha rêxistina navbirî da zanîn ku ne tenê ew jin tên aşkence kirin, lê sivikayetî jî bi wan tê kirin û rastî destdirêjiyê jî dibin. Human Rights Watch, di beşeke din a raportê de aşkere dike ku di nav wan hezaran jin de, hinek jin hene ku ji demeke dirêj ve hatin girtin bêyî ku heta niha bên dadgehkirin û tohmetek li ser wan hatibe tespîtkirin.

Di vê derbarê de Cîgirê Rêveberê Rêxistina Human Rights Watch li Rojhilata Navîn ragehand ku berpirsên asayişê û hêzên ewlekariyê danûstandineke gelekî xirab ligel wan jinan dikin û herwiha da zanîn ku malbatên wan jinan dibêjin desthilatdarên girtîgehan mafên mirovan bin pê kirine.

Basnews
Top