Di girtîgehên İraqê de jin rastî destdirêjî û îşkencê tên
![Di girtîgehên İraqê de jin rastî destdirêjî û îşkencê tên](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/jiniuytr.jpg )
Human Rights Watch, ku taybete bi çavdêriya rewşa mafên mirovan li seranserê cîhanê, di raporta xwe ya îro (06.02.2014) de balê dikşîne ser desthilatdarên Iraqê ku bi hezaran jin girtine û bê guneh û tawan û di nava girtîgehan de rastî îşkence û danûstandina xirab tên.
Herwiha rêxistina navbirî da zanîn ku ne tenê ew jin tên aşkence kirin, lê sivikayetî jî bi wan tê kirin û rastî destdirêjiyê jî dibin. Human Rights Watch, di beşeke din a raportê de aşkere dike ku di nav wan hezaran jin de, hinek jin hene ku ji demeke dirêj ve hatin girtin bêyî ku heta niha bên dadgehkirin û tohmetek li ser wan hatibe tespîtkirin.
Di vê derbarê de Cîgirê Rêveberê Rêxistina Human Rights Watch li Rojhilata Navîn ragehand ku berpirsên asayişê û hêzên ewlekariyê danûstandineke gelekî xirab ligel wan jinan dikin û herwiha da zanîn ku malbatên wan jinan dibêjin desthilatdarên girtîgehan mafên mirovan bin pê kirine.
Basnews