"Destê xwe dirêj neke"
Destpêka vê mehê keçeke penaber ya ji Rojavayê Kurdistanê ji aliyê 6 kesan ve hate revandin û destdirêjî wê hat kirin. Civaka kurdî bi bihîstina nûçeyê şok bû, lê xelk nerijiyan ser kolanan weke ku xelkên Hindistanê ji ber bûyereke wek vê bûyerê kirin. Par li Hindistanê bûyereke bi heman şêwazî rûdabû û tê de keçek ji aliyê hejmarek xortan ve destdirêjî wê hatibû kirin. Li ser vê yekê xelkekî mezin ji bo nîşandana nerazîbûna xwe daketibûn kolanan.
Ji pêvî xwepêşandaneke biçûk ku ji aliyê penaberên li Kurdistanê ve hate rêxistin, çîroka vê destdirêjiyê tenê di medyayên Kurdistanê de deng veda. Ev tiştekî xerîb e, bi taybet di civakeke konservatîv wek civaka kurdî de, ku tê de gellek girîngî bi namûs û pirsên keçîniyê tê dan. Dr. Beyan Resûl dibêje tawanbar her zû hatin girtin û eşkere hatin hukimkirin. Herwiha nêrîna giştî ragihand ku ev keç her maye keç, ji ber vê yekê ev tawan kêmtir bi kirêtî hate berçav.
Dr. Beyan dibêje: "Kes behsa hest û derûna vê keçê nake. Kes behsa vê bandorê nake ku ev bûyer li ser jiyana vê keçê dihêle. Kes behsa wê yekê nake ku ev keç weke lawirekê mamele ligel bûye. Van tawanbaran zanîbûn ku eger perdeya keçîniya vê keçê ziyan bigihijiyê, ew sizayê zindanê yê giran werdigirin."
Bandora cihana rojava
Ev bûyer di nav civakekê de derket ku bi lezeke mezin di guhertinê de ye. Piştî çend salan ji sitemkariyê, Kurd niha xwedî herêma xwe ne û geşbûna aborî ya guhertinê di jiyana pirraniya wan de dirust bûye. Tevî ku bandora cihana rojava bi rêya tv, înternêt û vegera penaberan guhertin pêk aniye, lê civaka kurdî hêj civakeke konservatîv e.
Li dibistanan dersên komendamên zayînê di zîndeweran de tên derbaskirin. Sêks qedexe û heram e, lê kenalên taziyan, malperên taziyan bi awayekî berfireh tên temaşekirin.
Gellek jin behsa pirrbûna destdirêjiya sêksî (bêzarkirina sêksî) dikin, bi taybet li mall û navendên bazarkirinê û cihên giştî. Di rapirsiyeke biçûk de ku ji bo vê babetê hate kirin, hejmarekê ji beşdarbûyên jin gotin ku dest gihiştiye wan. Hineke din ji wan behsa wê yekê dikirin ku mêr bi dû wan ketiye û gotin ji wan re kiriye û çavên xwe biriye nav çavên wan û tew behsa wê yekê jî kirin ku ji pencereyên de.rve hewl dane li odeyên wan ên xewê jî binêrin.
Ev diyarde beramberî jinên biyanî jî dibe. Jineke ji welatekî Afrîkayê dibêje ew jinên biyanî ku rengê çermê wan cuda ye, ji aliyê şofêrên taksiyan ve gellek caran doza sêksê li wan dibe.
“Eger jin nexwaze…”
Hemû beşdarbûyên rapirsiyê doz kirin ku navê wan eşkere nebe. Jinên kurd dibêjin vê babetê tenê di nav xwe de behs dikin, da ku gazin ji wan nebin. "Xelk dibêjin eger jin nexwaze, tiştek beramberî wê dernakeve. Ev gotin pirr min dilteng dike", Sozan Şehab dibêje. Sozan, ku heta vê dawiyê endama parlementoyê bû li ser lîsta YNKê, dibêje "ev gotin pirr xirab e, bi taybetî eger em bixwazin li dijî vê diyardeyê rawestin."
Dr. Beyan destxweşiya penaberên sûrî dike ku di babetê keçika 16 salî de polîs agahdar kirin. Ji ber şermiya ku li dora vê babtê heye, gellek qurbanî vê babetê nagihînin beregehên polîs, tevî ku beregeheke taybet a polîs ji bo vê babetê heye. Gellek ji van kêşeyan ji aliyê malbatan ve tên bidawîkirin.
Hinek ji wan kesên ku beşdarî rapirsiyê bûn, red kirin ku kêşeyeke wiha hebe. Wan digotin ev diyarde li her deverê derdikevê û behskirina wê ji bo navûdengê Kurdistanê ne baş e. Lê Sozan dibêje "xelk dibêjin dest jê berde, ev jî wiha dike ku em kêmtir xema vê diyardeyê bixwin."
Sozan dozê li medya û siyasetmedarên Kurdistanê dike ku ji bo beramberbûna her awayekî destdirêjiya sêksî bi hevre kar bikin. Herwiha dozê li gotarbêjên mizgeftan jî dike ku di gotarên xwe de xelkê di vî warî de hişyar bikin: "Divê xelkê hişyar bikin. Di heman demê de jî pêwist e spreya rondikrêj bi jinan bidin nasîn, da ku wê li dijî destdirêjkeran bikarbînin. Pêşniyara min ewe ku di her çanteyekî de yek ji wan rondikrêjan hebe."
Rudaw