• Sunday, 28 July 2024
logo

Kes bi nexweşiya kanserê ketine piraniy wan cigarekêş in

Gulan Media February 5, 2014 Civakî
Kes bi nexweşiya kanserê ketine piraniy wan cigarekêş in
Li Herêma Kurdistanê ji her du regezên nêr û mê 2 hezar û 531 kes bi nexweşiya kanserê ketine û piraniya wan nexweşên kanserê jî cigarekêş in.

Di vê derbarê de Berdevkê Wezareta Tendirustî ya Kurdistanê Dr. Xalis Qadir ji BasNewsê re got: ‘‘Nexweşiya kanserê li Herêma Kurdistanê standartên cîhanê derbaz nekiriye û karên baştir jî dê ji bo rûbirûbûna bi wê nexweşiyê bên kirin’.

Xalis Qadir wiha axifî: ‘‘Li Herêma Kurdistanê 2 hezar û 531 kes bi wê nexweşiyê ketine û hejmara herî zêde li bajarê Silêmaniyê hatiye tomar kirin û li Duhokê jî hejmara herî kêm ya wan nexweşan hatiye tomar kirin, di nav zilaman de nexweşiyên sîng û boriya nefes helmijînê di asta yeke de ye, ku piranî ji ber cixare kişandinê bi wê nexweşiyê dikevin, di nava jinan de jî penceşêra memikan di asta yekem de ye.’‘

Roja 04.02 li seranserê cîhanê weke roja rû bi rû bûna li hember nexweşiya kanserê hatiye ragehandin û bi çalakiyên cur bi cur nexweşî tê nasandin û şêweyên rû bi rû bûna pêre tê encam dan.

Basnews
Top