• Sunday, 28 July 2024
logo

2 keçên Qamişlo hatin kuştin

Gulan Media February 5, 2014 Civakî
2 keçên Qamişlo hatin kuştin
Berdevkê Polîsê Hewlêrê Karwan Ebdilkerîm aşkere kir ku termê 2 keçên koçberên Rojavayê Kurdistanê ku li bajarê Mûsilê hatine kuştin, hatin dîtin.

Karwan Ebdilkerîm ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand “Duh 2 keçên koçberên Rojavayê Kurdistanê ku ji qeza Xebat a ser bi parêzgeha Hewlêrê ve ber bi bajarê Mûsilê ve diçûn ji aliyê çekdarên radîkal ve hatin kuştin û termê wan li ser cadeyê hatibûn avêtin”.

Ebdilkerîm got “Ew 2 keç ku jidayikbûna sala 1991ê ne, di navbera taxên Kerame û Mûsil ên bajarê Mûsilê de hatine kuştin”.


Bi gotina Ebdilkerîm, her du keçên bi navê D.M.H û F.H yek ji wan 4 gule û ya din 6 gule lêketine.

Ebdilkerîm diyar kir ku termê her du keçan niha li qeza Xebat in.

Ew 2 keç xelkê bajarê Qamişlo ne û li qeza Xebat dijiyan.


Rudaw
Top