• Sunday, 28 July 2024
logo

Jiber reniya befirê 4 Kurdên Rojhilat canê xwe ji dest dan

Gulan Media February 4, 2014 Civakî
Jiber reniya befirê 4 Kurdên Rojhilat canê xwe ji dest dan

Di encama reniya befirê li Bakûrê Kurdistanê de 4 welatiyên Rojhilatê Kurdistanê canê xwe ji dest dan.

Li gor Şîniyên devera Gare ya li navçeya Şemzînan a li Bakûrê Kurdistanê de, ji destpêka meha Şubatê heta niha 4 welatiyên Rojhilatê Kurdistanê diyar nemane û piştî lêkolînê li deverê derketiye ku ev 4 welatiyên han di bin reniya befrê de mane.

Çavkaniyên han eşkere kirin ku ew 4 welatiyên han karê bazirganiya ser sînor kirine û piştî diyar nemana wan Şîniyên gundên deverê dest bi lêkolînê kirin û pişt re derket ku di bin reniya befrê de mane lewre Şîniyên wan gundan dest bi operasiyonek bo rêzgar kirina wan kiriye lêbelê heta niha termên wan nehatine derxistin.

Rudaw
Top