• Sunday, 28 July 2024
logo

Amarên sosret derbarê haletên destdirêjiyê di sala borî de li Herêma Kurdistanê

Gulan Media February 3, 2014 Civakî
Amarên sosret derbarê haletên destdirêjiyê di sala borî de li Herêma Kurdistanê
Li gorî amarên peymnageha pizîşkê dadawerî li Herêma Kurdistanê, sala borî li her du parêzgehên Hewlêr û Dihokê 650 keçî serdana peymangehê kirine bo encamdana pişkinîna perdeya keçkaniyê, û derket ku hejmarek ji wan keçan û ji ber sedemên cuda perdeya xwe ya keçkaniyê jidest dane.

Hefteya borî peymnageha pizîşkê dadawerî li Herêma Kurdistanê amarên wan kesên ku serdana peymangehê kirine bo encamdana pişiknîna perdeya keçkaniyê, belavkir.

Li gorî amara peymnagehê, di sala 2013de 313 keçan serdana wê peymangehê kirine bo encamdana pişkinîna perdeya keçkaniy, da bizanin bê ew perde ji sedema ketin ji cihên bilind jidest dane yan na, piraniya wan keçan jî temenê wan navbera 1 ta 10 salî bû, herwih di nav wan de 57 keç hebûn ku temenê wan navbera 11 ta 40 salî bûn, piştî encamdana pişkinînê jî derket ku 8 keçan perdeya xwe ya keçkaniyê jidest dane.

Hewriha ji ber wan haletên borî, peymnageha pizîşkê dadawerî li Herêma Kurdistanê belgehekê dide wan keçan derbarê sedema jidest dana perdeya keçkaniyê, da dema ku hevjîniyê bikin ti arîşeyên civakî bi vê sedemê bo wan dernekevin.

88 keç rûbirûyê destdirêjiyê bûne

Her li gorî amarên peymnageha pizîşkê dadawerî li Herêma Kurdistanê, di sala 2013an de destdirêjî li ser 88 keçan hatiye kirin, ku 19 ji wan keçan temenê wan navbera 1 ta 10 salî bû û bi wê sedemê 2 keçan perdeya xwe ya keçkaniyê jidest dane.

Herwiha 69 keç jî temenê wan navbera 11 heta 40 salî bûn û 15 ji wan bi sedema destdirêjiyê perdeya keçkaniyê jidest dane.

Diyartirîn haleta destdirêjiyê jî di sala 2013an de ew bû ku xortekî bajarê Mûsilê ku li Hewlêrê kar dikir, destdirêjî li ser çend zarokê keç kiribû ku temenê wan nêzîk 10 salî bû, ew xort piştire hat girtin û li tawanên xwe mikur hat.


Rûdaw
Top