• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Elmanyayê 19 hezar kes ji ber emeliyata şaş dimirin

Gulan Media February 1, 2014 Civakî
Li Elmanyayê 19 hezar kes ji ber emeliyata şaş dimirin
Li gor raporteke pizîşkî salane nêzîka 19 hezar kes li nexweşxaneyên Elmanyayê ji ber çareseriya xelet canê xwe ji dest didin. Enstîtuyeke zanistî ya girêdayî şirketa sîgortaya tendirustî (AOK) a Elmanî di raportê de balê dikşîne ser wan xeletiyan ku li nexweşxaneyên Elmanyayê çêdibin.

Di raportê de tê gotin ku hejmar wan kesên ji ber çareseriya şaş li nexweşxaneyan dimirin, pênc beramberî hejmara qurbaniyên bûyerên trafîkê yên salane ne.ku canê xwe ji dest dane. Sala borî li Elmanyayê 3300 kesa di bûyerên trafîkê de canê xwe ji dest dane.

Di beşeke din a raportê de ji bo 190 hezar çareseriyên xelet li nexweşxaneyan û guherîna dermanan û berçavnegirtina mercên paqijiyê sedemên serekî yên çêbûna wan bûyeran tê destnîşan kirin.

Weke di raportê de tê gotin, bicîh hêştina keresteyên pizîşkî di laşê nexweşen de û bikaranîna dermanan wek du şaşî û sedemên din ên çêbûna bûyerane. Doktor û hemşîre jî wek pêwist destên xwe paqij nakin û ew jî sedemeke din e.

Lê Odeya Doktoran û Komeleya Nexweşxaneyên Elmanyayê rexneyên (AOK) red dikin û radeghînin ku astê asayişa nexweşxaneyên Elmanyayê di asta herî bilind de ye û di raporta (AOK) de şaşî hene.

basenews
Top