Rewşa jinên Kurd li Parlementoya Ewrûpayê hate nîqaş kirin
Îro li Parlementoya YEê bi beşdariya hijmareke rayedarên karûbarên jinên Kurdistanê rewşa jinan li Kurdistan û Îraqê de hate nîqaşkirin.
Di vê civîna han de çendîn peyv û gotar derbarê rewşa jinan li Kurdistan û Îraqê de hatin pêşkêşkirin.
Piştî bi dawî hatina wan peyv û gotaran giftûgoyeke vekirî di navbera beşdarwanan de destpê kir.
Di berdewamiya civînê de Pexşan Zengene li ser navê heyeta jinên Kurdistanê peyvek pêşkêş kir û behsa siyaseta hikûmeta Kurdistanê ya derbarê parastina mafên jinan û herwiha xweş kirina derfetan bo beşdarî kirina jinan di warên curbicur de kir.