• Sunday, 28 July 2024
logo

Herêma Kurdustanê: Sala borî 5316 haletîn tundûtîjiyê li dijî jinan hatin tomarkirin

Gulan Media January 30, 2014 Civakî
Herêma Kurdustanê: Sala borî 5316 haletîn tundûtîjiyê li dijî jinan hatin tomarkirin
Rêveberiya giştî ya rêpêgirtina tundûtîjiyê dijî jinan li Herêma Kurdistanê amara 2013ê belav kiriye ku derdixe Hewlêr bi kuştina jinan bi pileya yekem tê, Silêmaniyê jî bi destdirêjiya ser jinan.

Li gor vê amarê, par bi giştî 5316 haletên tundûtîjiyê dijî jinan li Herêma Kurdistanê hebûn(Hewlêr 1745, Duhok 1329, Sillêmanî 1270, îdareya Germiyan 555 û îdareya Raperîn 417 halet).

Weke ku derdikeve, li gor sala 2012ê, tundûtîjî bi hemû cûreyan ber bi zêdebûnê ve çûye.

Li gor amara 2012ê, li Kurdistanê 4645 haletên tundûtîjiyê hatine tomarkirin, lê sala 2013ê 671 halet zêde bûne.

Piştî belavbûna amarên tundûtîjiya dijî jinan, grûpa jiyan biryar da şevane li ber nivsgeha parlementoyê li Silêmaniyê têkevin girêvê.

Rêbera vê grûpê Behar Munzir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku "Me çalakî bi sedema van amaran û çend haletên tundûtîjiyê dijî jinan li Herêma Kurdistanê rêk xistin.

Di salekê de li vê herêma me 50 jin hatin kuştin. Wate li vê herêmê mehane 4 jin tên kuştin. Ev bese da ku em bêjin Herêma Kurdistanê navçeyeke bitirs e bo jian."

Di girêva grûpa Jiyan de, bi rûpelên rojnameyan pêşengehek taybet bi tawanên dijî jinan hate pêkanîn, ku heftenameya Rûdawê diyartirîn yek ji nav pêşengehê bû.

Rûdaw ji yekem hejmar ve berdewam rûpelek teybet bi pirsgirêkên jinan vekiriye.

Di xişteya amarên amarên sala 2012ê yên vê rêveberiyê de, xaneyek hatibû terxankirin bo amarên îşkencekirina jinan, ku tê de 691 haletên îşkencekirinê hatine tomarkirin, lê di xişteya amarên 2013ê de ev xane nîne.

Hewlêr bi kuştin û xwekuştina jinan li pêş e Li gor amara rêveberiya rêpêgirtina tundûtîjiya dijî jinan, par 50 jin hatin kuştin, ku pirraniya wan (28 jin) ji Hewlêrê bûn, ji Duhokê 11 jin û ji Silêmaniyê 4 jin.

Herwiha ji Germiyan 6 jin û ji Raperînê jî yek jin hate kuştin. Par li tevaya bajerên Herêma Kurdistanê 36 jinan xwe kuştin.

Di vê de jî Hewlêr li pêş bû: (Hewlêr 15, Duhok 7, Silêmanî 8, Germiyan 5 û Raperîn jî yek jinê xwe kuşt). Silêmanî di destdirêjiyê de li pêş e Li gor vê amarê, par li Silêmaniyê bêhtirîn haletên destdirêjiyê bo ser jinan hatin tomarkirin ku 73 halet bûn. Piştre jî Duhok tê, ku 28 halet bûn. Herwiha Hewlêr 8 halet bûn, lê li Germiyan 7 û li Raperînê 22 haletên destdirêjiyê hatin tomarkirin.


Lê li gor amara du salên borî derdikeve ku destdirêjiya ser jinan bi giştî kêm bûye, bi awayekî ku di sala 2012ê de 170 haletên destdirêjiyê hebûn, lê par daket 138 haletê.

Rûdaw
Top