• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Mûsilê zarokekî koçberê Rojava întîhar kir

Gulan Media January 29, 2014 Civakî
Li Mûsilê zarokekî koçberê Rojava întîhar kir
Li parêzgeha Mûsilê zarokekî koçberê Rojavayê Kurdistanê întîhar kir. Hat ragehandin ku sedema întîharê jî hejarî bûye.

Di vê derbarê de Rêveberê Polîsên Niştimanî yê Parêzgeha Mûsilê Komîser Ebdulla Cibûrî ji BasNewsê re nûçe piştrast kir û got: ‘’Navê wî zarokê Nacî Îbrahim e û 11 salî ye. Nacî li nav bazara serekî ya nehya Zumar ser bi Mûsilê xwe xeniqandiye û canê xwe ji dest daye.’‘

Cibûrî wiha axifî: ‘’Li gor agahiyên me wî zarokî li Nehyê tiştên li ser destan difrotin bo demara jiyana malbata xwe, vêca wiha xwiya ye ji ber hejariyê întîhar kiriye. Ji ber heta niha tu sedemên din ên diyar nînin.

basnews
Top