Li Hewlêrê welatiyek hate kuştin
Duh li navçeya Kanî Qirjale ya li Rojawayê Hewlêrê de di encama kêşeyeke civakî ya di navbera du malbetan de welatiyek hate kuştin.
Di vê derbarê de çavkaniyên polîsan eşkere kirin ku îro li navçeya Kanî Qirjale ya li Rojawayê Hewlêrê de di encama kêşeyeke civakî ya di navbera du malbetan de welatiyek hatiye kuştin.
Çavkaniyên han eşkere kirin ku piştî ew bûyera han hêzên polîs çûne deverê û ji her du malbetan hijmareke kes binçav kirine û lêkolîn li ser ew bûyera han didome.