• Sunday, 28 July 2024
logo

Ji sedî 10’ê jinên Îranî girêdayî madeyên hoşber in

Gulan Media January 26, 2014 Civakî
Ji sedî 10’ê jinên Îranî girêdayî madeyên hoşber in
Şêwirmenda Navenda Nehiştina Madeyên Hoşber a Îranê Zehra Bunyanyan eşkere kir ku nêzîka ji sedî 10’ê jinên Îranî bi madeyên hoşber ve girêdayî ne. Zehra Bunyanyan da zanîn ku temenê wan jinan di navbera 20-36 salî de ye û hejmara jinên bi madeyên hoşber ve hatine girêdan zêdetir li gundan e.

Rêveberê Navenda Nehiştina Madeyên Hoşber a Îranê Ebdulreza Rehmanî Efzelî jî derbarê heman mijarê de wiha dibêje: ‘’Rojane nêzîka 10 kesan ji ber madeyên hoşber canê xwe ji dest didin. Herwiha li Îranê herî kêm 6 milyon kes girêdayî madeyên hoşber in. Herwiha ji sedî 63 yên girêdayî madeyên hoşber xêzandar, ji sedî 75 jî xwendevan in û dîplomayên wan ên bilind hene.’‘

Berî niha jî hatibû ragehandin ku her diçe ciwanên Îranî zêdetir bi madeyên hoşber ve tên girêdan û li gor daneyên dawî zêdeyî 5 milyon kes bi madeyên cor bi cor ên hoşber ve hatine girêdan.

Di vê derbarê de Mamostayê Zanîngeha Pizîşkî ya Tehranê Dr. Mehdî Kerubî ji malpera Elf a Farisî re gotibû: ‘’Zêdeyî 140 cor madeyên hoşber li Îranê hene ku ciwan wan bikar tînin. Carna medeyên wek reng û benzînê jî bikar tînin û bi wan ve hatine girêdan.’‘

Hêjayê gotinê ye li Îranê salane 300 hezar kes li ser bazirganiya madeyên hoşber an jî bikaranîna wan madeyan tên girtin û bo girtîgehan tên şandin. Herwiha salane gelek kes jî li ser heman madeyan tên darvekirin.

Basnews
Top