• Sunday, 28 July 2024
logo

Jinên Başûr li dijî kuştina jinan li ber ofîsa parlamentoyê kom dibin

Gulan Media January 25, 2014 Civakî
Jinên Başûr li dijî kuştina jinan li ber ofîsa parlamentoyê kom dibin
Grûpa Jiyan ku rêxistineke sivîl a parastina mafên jinan li Başûrê Kurdistanê ye, ragihand, li dijî kuştina jinan li Herêma Kurdistanê dê îşev heta sibê li ber ofîsa Parlamentoya Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê çalakiya rûniştinê pêk bînin.

Organîzatora Grûpa Jiyan, Behar Munzîr ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, dê li dijî zêdebûna kuştina jinan li Herêma Kurdistanê biryar dane îşev heta sibê nîvro li ber ofîsa Parlamentoya Kurdistanê li Silêmaniyê bikevin grevê.

Munzîr diyar kir ku gellek sûc û tawan li hember jinan tê kirin û tiştên ku heta niha ji bo jinan hatiye kirin pir kême ji ber wê jî em dixwazin bi rêya vê çalakiyê givaşekî çêbikin.

Organîzatora Grûpa Jiyan her wiha anî ziman ku daxwaziyên xwe di 8 xalan de anîne ziman û dê pêşkêşî Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokwezîriya Herêma Kurdistanê û Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê bikin.

Behar Munzîr da zanîn, daxwaziya wan a herî girîng ew e ku kesên jinkuj û ew kesên ku li hember jinan bêhurmetiyê dikin, bên cezakirin.

Li gorî agahiyên Munzîr, par li Herêma Kurdistanê 7 kesên ku bi tohmeta kuştina jinan hatibûn girtin li ber efûya giştî ketin û hatin berdan û ev jî dibe sedema dilgiraniya saziyên jinan.

Rudaw
Top