• Sunday, 28 July 2024
logo

Demançeyek dijî destdirêjiya seksî

Gulan Media January 22, 2014 Civakî
Demançeyek dijî destdirêjiya seksî
Desthiladarên Hindistanê demançeyek taybet bo xaniman çêkiriye ku dikarin bi wê demançê li hemberî her destdirêjiyeke seksî berevaniya li xwe bikin.

Ajansa CNN belav kiriye ku, hikûmeta Hindistanê demançeyek ku nav wê kiriye (Nîrbîk) ew jî weku naznavekê bo ew keça Hindistanî ku sala borî di meha kanûna yekem de rastî destdirêjiya seksî hatibû û jiyana xwe ji dest dabû.

Birêvebirê giştiyê pîşesaziya cebxaneya Hindistanê aşkira kiriye ku ew demançe qebareya xwe biçûke û di çanteya xaniman de bi cî dibe, giraniya wê 500 gram e, destikekî textî ya xweşik pêve ye û hevoka “Nîrbîk” li ser wê hatiye kolandin.

Ew demançe 6 fîşek têde ne û bikaranîna wê gelekî hêsane û heya 15 metran armanca xwe bi cî dike.
Destavêtina keçan û jinan, bi taybet li Hindistanê bûye diyardeyekî tirsinak û gelek xanimên wî welatî li rêyekê digein ku xwe ji wê diyardeyê biparêzin.

Basnews
Top