• Sunday, 28 July 2024
logo

Mamostayekî kurd ê Rojhilat ji ber şagirtekî xwe serê xwe kur kir

Gulan Media January 21, 2014 Civakî
Mamostayekî kurd ê Rojhilat ji ber şagirtekî xwe serê xwe kur kir
Mamosteyekî kurd ji gundekî Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê, bi karekî xwe, serokkomar û wezîrê perwerdeya Îranê li ser rewşa şagirtekî nexweş agahdar dike û ew jî soza çareserkirinê didin wî şagirtî.

Di çend rojên borî de wêneya mamosteyekî serkurkirî ji bo şagirtekî xwe yê nexweş ku porê wî weşiyabû, li ser tora civakî ya facebookê berdewam belavbûye. Mamoste Elî Mihemedyanî dema ev wêneya xwe li ser facebooka xwe belav dike, li ser dinivîse "Ez û Mahan alerjiya mû di serê me de heye." Ev çîrok bi sedema raporta televizyona dewleta Îranê digihe guhê berpirsên bilind ên Îranê. Piştre Hesen Rûhanî wî vedixwîne Tehranê û wî xelat dike. Biryarê jî dide çareserî bo vî şagirtî bibe.

Elî Mihemedyanî di vî warî de ji Rûdawê re got, "Komîteyeke pispor ji 11 kesan ji zanîngeha Razî ya Tehranê pêk hat da ku lêkolînê ji nexweşiya Mahan bikin. Nimûneya pişkinînê ya bijîjkê wî hate şandin bo Almanyayê û biryar e di 2 heftiyên bê de bersiva wê vegere."

Mahan Rehîmî (8) ji pola duyem a seretayî ye, ji gundê Şêx Şeltût ê navçeya Merîwanê ye li rojhilatê Kurdistanê, ku li gor gotina bavê wî sibehekê ji xew radibin û dibînin mû bi serê Mahan ve nemaye.

Piştî kêmî mehekê nenûkên wî jî diweşin. Bavê Mahan dibêje, "Me serdana gellek doktoran kir. Lê ne nexweşiya Mahan hat naskirin û ne derman jê re hebû." Êdî ew ji çareseriya nexweşiya Mahan bêhêvî dibin.



Mamoste Elî dibêje, şagirtên din tinazên xwe bi Mahan dikirin, wî jî bo ku dilê Mahan xweş bike, biryar da karekî bike êdî zarok tinazên xwe bi Mahan nekin: "Min biryar da serê xwe kur bikim. Pirr kêfxweş im ku niha rewşa Mahan baş e û ew karê min bû sedema wê yekê ku berpirsên Îranê hewla çareseriyan nexweşiya wî didin."

Berî berpirsên hikûmetê li Merîwan û Tehranê, xelkên Merîwanê rêzdariya karê mamoste Elî kirin. Wan nîşanek li kolana Merîwanê daliqandin û karê wî mamosteyî bilind nirxandin. Piştre rêveberiya perwerde ya Merîwanê, Elî wek mamosteyê nimûne destnîşan kir.

Ew karê mamoste Elî gellekî deng veda û wêneya vî mamosteyî û şagirtê wî dakete ser pûlên postaya Îranê. Karê Mamoste Elî deriyê hêviyê bo hemû şagirtên din ên nexweş, ne tenê li rojhilatê Kurdistanê, lê belê li hemû Îranê vedike.

Li gor gotina Mamoste biryar e komîteyek pêk bê bo dîtina wan zarokên ku li hemû dibistanên Îranê nexweş in da ku nexweşiya wan çareser bibe.

Rudaw
Top