• Sunday, 28 July 2024
logo

Çima xelkê Mawatê goştê Dîkan naxwin

Gulan Media January 21, 2014 Civakî
Çima xelkê Mawatê goştê Dîkan naxwin
Xelkê navçeya Maweta a ser bi parêzgeha Silêmaniya wisa bawer dikin ku Dîkan ew ji komkujiyê xilas kirine, ji ber vê yekê bi sedan sal e ku Dîkan serjê nakin.

Li bajaroka Mawatê ku 52 km dikeve bakûrê bajarê Silêmaniyê, xelkê navçeyê li quntara çiyê peykereke Dîkê ya bi qasî 3 metr û nîvan çêkirine, ev peyker jî nîşan dide ku gelê navçeyê gelek Dîk pîroz dibîne.

Li gor çîroka efsaneyê, gelê Mawatê artêşa dijmîna ku ji bo êrîşê dihat, bi banga bê wext ya dîkan ferq dike.

Kalemêrekî navçeya Mawatê bi navê Hecî Fetah bi daxuyaniyekê ji ajansa Anadolê re gotiye: "Bi banga bê wext yê Dîkê, beşek ji gelê Mawetê ji serdagirtina dijmin xilas dibe. Me ji wê rojê pêve Dîkan wekî nîşaneya wefa û dostaniyê dît û ji ber vê yekê em goştê dîkan naxwin."

Xendan
Top