• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Kirmaşanê xortekî dayika xwe û 3 birayên xwe kuşt

Gulan Media January 20, 2014 Civakî
Li Kirmaşanê xortekî dayika xwe û 3 birayên xwe kuşt
Li parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê, xortekî 4 endamên mala xwe kuşt paşê jî xwe kuşt. Polîs jî dibêje, sedema vê bûyerê nakokî û arîşeyên nav malbatê bûye.

Li gorî ajanên îranî, roja pêncşema borî li nêzîkî bajarokê Kozanê yê Kirmaşanê, 5 kuştî ji aliyê hêzên polîs ve hatin dîtin.

Derheqê bûyerê de, berpirsê polîsê Kirmaşanê Kerîm Kişverî ragihand, ew kesên ku hatine kuştin hemû endamên malbatekî ne.

Li ser çawaniya kuştina wan kesan de jî Kişverî da zanîn, di encama lêkolînan de derket holê ku xortekî endamê malbatê destpêkê 3 birayên xwe û dayika xwe bi çiftê (çeka nêçîrê) kuştiye û paşê jî xwe kuştiye.

Li gorî wî polîsî, sedema bûyerê nakokî û arşeyên nav malbatê bûye.

Rudaw
Top