• Sunday, 28 July 2024
logo

Keçên Îranî li hevseran digerin

Gulan Media January 19, 2014 Civakî
Keçên Îranî li hevseran digerin
Hejmareke zêde ya keçên Îranê dixwazin jiyana hevseriyê pêk bînin, lê belê çend sedem wek asteng li pêşiya wê hevsergîriyê (zewac) hene.

Li Îranê zêdeyî milyonek keçên ku temenê wan zêde bûye hene, Destûra Bingehîn a Îranê jî asankarî kirine û mêr dikarin zêdeyî yekê jinan bînin.

Li gor ajansên nûçeyan ên Îranê, keçên Îranê li hevseran digerin, mêrên wî welatî jî ligel keçên temen biçûk dizewicin û bi vêna jî krîzeke nû bi xwe re aniye û keçên temenê wan bi ser çûye nikarin bizewicin.

Herwiha hat ragehandin ku eger rewş wiha biçe saleke din dê milyoneke din keçên temenê wan bi ser çûye zêde bibin. Li gor raporteke şirketa Dorîtos, sedema serekî ya cudabûnê li bajarê Tehranê, Facebook û dîtina keçên temen biçûk e bi rêya internetê.

Di vê derbarê de Şêwirmendê Civakî Elî Esfer Keyhan Niya ji medyayê re got: ‘’Ji sedî 80’yê mêran û ji sedî 20’ê jinên Îranê, xiyanetê li hevserê xwe dikin.’‘

Basnews
Top