• Sunday, 28 July 2024
logo

Ji axa Kurdaxê tivirekî 5 kîloyî!

Gulan Media January 18, 2014 Civakî
Ji axa Kurdaxê tivirekî 5 kîloyî!
Tê zanîn ku koka tiviran (tirb) ji bo tendirustiyê gellekî sûdmend e, herwisa tê zanîn ku giranbûna libek tivir ji 50 gramî heya kîloyekî ye. Lê ku giranbûna tivirekî ji rengê sor bigihije 5 kîloyan, ev tiştekî nû ye. Di Nîsana borî de cotyarekî li giraveke spanî tivirekî mezin ji bistana xwe derxistibû ku giranbûna tivirê digihişt 5.20 kîlograman û dirêjahiya wê 50 sentîmetre bû. Cotyarê spanî got ku tivira xwe bi sîstema çilpikan avdabû û bêyî ku ti cûreyekî ji semadê bi ser de bireşîne.

Beriya çend rojan jî Ajansa Nûçeyan ya Hewarê ragihand ku li Efrînê jineke bi navê Mune Elî di bîstana mala xwe de li bajarokê Şera tivirekî 5 kîloyî deraniye. Mune jî gotibû ku wê ti semad nereşandibû ser sebzeyên ku di axa bîstana xwe de çandibû. Çawa mirov dikare tivirekî bi vê mezinbûnê berhem bîne? Xuyaye ku sedema mezinbûna van tiviran bi wê axê ve girêdayî ye ku tê de têne çandin û axa Kurdaxê jî ji bo xêrûbêriya xwe tê nasîn.

Rudaw
Top