• Sunday, 28 July 2024
logo

Salane 400 zilam li Kurdistanê tên kuştin

Gulan Media January 16, 2014 Civakî
Salane 400 zilam li Kurdistanê tên kuştin
Di sala 2013an de encamdana tawanên cor bi cor li devera Germiyanê ya Başûrê Kurdistanê ber bi zêdebûnê ve çûne, bi awayekî ku di 2013an de bêtir ji 1 hezar tawanan hatin tomarkirin.

Li gorî agahiyên Rêveberiya Polîsên Germiyan, di sala borî de 53 otomobîl hatine dizîn û 1060 tawan li wê deverê hatine encamdan ku heta niha encamderên 259 tawanan nehatine zanîn.

Rêveberiya polîsên Germiyanê her wiha da zanîn ku di nav wan tawanan de 11 zilam bi enqest hatine kuştin, 13 zilam bi şaşitî, 3 zilaman xwe kuştine, 8 kes bi werîs xwe xeniqandine û 11 kes jî di nava avê de xeniqî ne.

Ji aliyê xwe ve, rêveberê ragihandina polîsên Germiyan, Hesen Mihemed dibêje “Bi awayekî giştî tawan kêm bûye, lê çend haletên tawanê zêde bûne bi awayekî ku 11 haletên kuştina zilaman zêde bûye, 46 haletên bêrewiştî zêde bûye herwiha şer û pevçûn û xirabiya bikaranîna telefonên mobile jî zêde bûye”.

Lê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Zilamên Kurdistanê, Burhan Elî dibêje ku kuştina zilaman li Kurdistanê tê biçûkkirin, “Me hawar kir ku rojane çendîn zilam tên kuştin, em dixwazin yasa serwer be heta em ji nakokiyên navbera eşîran rizgar bibin, lê kesî guh neda hawara me”.



Burhan Elî herwiha got: “Salane 400 zilam li başûrê Kurdistanê tên kuştin û piraniya haletên kuştinê enqest û biçek tên encamdan, çek bi asanî digihe destê her kesî û asantirîn kar li Kurdistanê kuştina zilama ne”.

Rudaw

Her li gor amarên rêveberiya polîsên Germiayn, di sala borî de 140 haletên diziyê yên mezin, 13 haletên revandin, 193 arîşeyên bikaranîna telefonên mobile bi awayên xirab, 53 haletên bê rewiştiyê û 36 haletên sextekariyê hatine tomar kirin.

Top