• Sunday, 28 July 2024
logo

Xirîstiyan jî tevlî merasîma Mewlûda Pêxember bûn

Gulan Media January 15, 2014 Civakî
Xirîstiyan jî tevlî merasîma Mewlûda Pêxember bûn
Li bajarokê Şeqlawe ser bi parêzgeha Hewlêrê şêniyên Xirîstiyan jî ligel Misilmanan beşdarî merasîma Mewlûda Pêxember bûn. Di vê derbarê de Keşeyê Dêra Şeqlawe got ku ew herdem ligel Misilmanan beşdarî helkeftên ola Îslamê dibin.

Keşeyê Dêra Şeqlawe Enîs Yeqûb ji ajansa BasNews re tekez kir ku ew û çend kesayetiyên Xirhistiyan beşdarî merasîma roja jidayik bûna Pêxemberê Îslamê bûn û ew her dem girîngiyê bi pêkvejiyana hemû olan didin.

Rêveberiya Ewqaf û Karûbarên Olî ya Şeqlawe bi hekariya Yekîtiya Zanayên Olî û amadebûna berpirsên siyasî, îdarî, mamostyên olî û kesyatiyên Xirhistiyan li bajarokê Şeqlawe, ahengeke olî li mizgefta mezin a Şeqlawa bi helkefta Mewlûda Pêxemberê Îslamê lidar xistin û tê de çîroka jidayik bûna Pêxember hat xwendin.

Herwiha Enîs Yeqûb behsa wê ye kir ku li gor wan divê Xirîstiyanên Şeqlawe jî tevlî merasîma vê helkeftê bibin û got: “Misliman jî di helkeftên me yên taybet de beşdar dibin û têkiliyeke bihêz di navbera pêkhatên cuda yên Şeqlawe de heye.”

Keşe Enîs wiha axifî: “Di dema helkeftên taybet ên Misilmanan de, wek meha Remezanê, ez li Dêrê daxwazê ji Mesîhiyan dikim ku hurmeta vê mehê bigrin û di dema cejnan de jî ez serdana Misilmanan dikim, herwiha em ji aliyê cil û berg û xwarinê ve jî rêz li Misilmanan digrin di wê mehê de.”

Enîs wiha dirêjî bi axaftina xwe da: “Misilman jî û bitaybetî mamosteyên olî di helkeftên me de tên dêrê û serdana me dikin û em jî kêfxweş dibin û jiyaneke pêkve bihevre derbas dikin. Niha 3 dêr li Şeqlawe hene û me yek ji wan kiriye muzexane. Herwiha dêra dawî ku li Şeqlawe hatiye avakirin bi alîkariya Serokwezîrê Herêma Kurdostanê Nêçîrvan Barzanî bû û Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê jî pêdiviyên nav dêrê kirîn.’‘

Xirstiyên Şeqlawe ji qedîm ve li wê navçeyê dijîn û gelek ji wan li nahya Herîrê dijîn, lê wan ji ber sedemên cuda Herîr bi cîh hiştine, lê Xirîstiyanên Şeqlawe li cihê xwe mane û jiyaneke pêkve ligel Misilmanan derbas dikin.

Basnews
Top