• Sunday, 28 July 2024
logo

Silêmanî: Keçên li yaneyên şevê kar dikin dûr dixin

Gulan Media January 14, 2014 Civakî
Silêmanî: Keçên li yaneyên şevê kar dikin dûr dixin
Bi fermanekî parêzgarê Silêmaniyê, ew keçên biyanî ku li bar û yaneyên şevê yên li Serçinarê a bajarê Silêmaniyê kar dikin dûr dixînin û hejmarek ji wan yaneyan jî têne daxistin, birêvebirê geştyariya Silêmanî jî dibêje ku hin ji wan keçan ji bilî xizmetkirinê û stran gotinê karên dinê jî dikirin.

Li gor nûçeyeke rojnameya Awêne, birêvebirê karûbarê geştyarî ya Silêmaniyê Mistefa Hemerehîm aşkira dike ku, jinên biyanî ku piraniya wan Erebin û karê xizmetguzariyê û stranan dikin li nêzîkî 30 yaneyên xwarinê û xwaringehên Serçinar , Qeliyasan û Çeq çeq, bi fermanekî parêzgarê Silêmaniyê hatine dûr xistin û egera wê jî ewe ye ku hindek ji wan keçan bi navê xizmetkirinê û stranbêjiyê karên dinê jî dikin û gelek caran kêşeyên civakî yên mezin derketine.

Hemerehîm ew yekî jî diyar kir wan tu ruxset li ser navê yaneyên şevê nedane tu kesî, belku wan muleta yaneyên xwarin û vexwarinên lezgîn dane lê belê hinekan navê wan cihan bi dîsko yan yaneyên şevê binav dikin.

Mistefa Hemerehîm behsa wê yekê jî kir û got: Hebûna wan keçan li wan cihan car caran buye sedema rakêşana kesên şerengîz û dirustbûna şer û tevlîheviyê ji ber vê parêzgar gotiye selametiya welatiyên me li ba me giringtire ji daxistina çend yaneyekê.

Pêştir Yasîn Feqe Seîd di nivîseke xwe de ku wêneyek bo Xendanê şandibû daxwaz ji parêzgarê Silêmaniyê kiribû ku biryara daxistina yaneyên xwarin û vexwarinên şevê yên li sînorê Serçinar û Qeliyasan û Şekereke der bixe.

Xendan
Top