• Sunday, 28 July 2024
logo

Keçik 12 salî zewicandin,14 salî mir

Gulan Media January 13, 2014 Civakî
Keçik 12 salî zewicandin,14 salî mir
Jina bi navê Kader Ertan ku hêj 12 salî bû hat zewicandin û 13 salî bû bû dayik, di 14 saliya xwe de li malê kuştî hat dîtin. Dozgerê Komarê yê Berwariyê têkildarî kuştinê lêpirsîn da destpêkirin.

Li Bakûrê Kurdistanê li navçeya Sêrt ya (Berwarî) Kader Erten a (14) a di 12 saliya xwe de hat zewicandin, di 13 saliya xwe de bû dayik û beriya demeke kurt zarokê wê yê duyemîn ê pêşwext anî dunyayê mir, li mala xwe bi derba çekê mirî hat dîtin.

Li gorî nûçeya ajansa Firatnewsê, Kader beriya 2,5 salan dema li navçeya Wan Şaxê dima, ji gundê Dugumculer ê ser bi navçeya Sêrt bi Mehmet Atak re hat zewicandin. Kader Erten a pêre zewaca fermî nehat kirin, bi malbata hevserê xwe bicih bû û di 13 saliya xwe de bû dayik. Piştî salekê jî cara duyemîn ducanî bû.

Mehmet Atak beriya du mehan ji bo leşkeriyê çû navçeya Edîrne. Di vê demê de Kader ji ber çêbûna pêşwext zarokê xwe yê duyemîn winda kir. Kader îro li mala xwe bi derba çekê mirî hat dîtin.
Top