• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Rihayê jina ducanî hat kuştin

Gulan Media January 11, 2014 Civakî
Li Rihayê jina ducanî hat kuştin
Li parêzgeha Riha yê Bakurê Kurdistanê jina 4 mehe ducanî ye ji aliyê hevserê xwe ve bi 10 kêran hat kuştin.

Li gor nûçeya DÎHAyê, li gundê Seksenorenê yê navenda Rihayê, jina 33 salî Zehra Algin şeva borî ji aliyê hevserê xwe Ubeyid Algin ve bi kêran hat kuştin.

Hevser Ubeyid 10 kêr li laşê hevsera xwe xistine û bi kêran ew kuşt.

Zehra a 4 mehe ducanî ye ji aliyê tîmên tenduristiyê ve rakirin nexweşxaneya Mehmet Akif Înan a Rihayê.

Algin tevî hemû hewldanên rizgarkirinê jiyana xwe ji dest da.

Hevserê Zehra Ubeyid Algin jî ji aliyê hêzên polîs ve hat binçavkirin.

Rudaw
Top