• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Hewlêrê 6 xortan destdirêjî li keçeke 16 salî kirin

Gulan Media January 8, 2014 Civakî
Li Hewlêrê 6 xortan destdirêjî li keçeke 16 salî kirin
Li paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêrê, 6 xortan keçeke 16 salî revandin û dest dirêjî lê kirin.

Peymanêrê Tora Medyayî ya Rûdawê ev bûyera han şopanda û wiha ragihand: “Duh (06.01.2014) demjimêr 7ê êvarî keça bi navê (S.H) temenê wê 16 salî ye ku bi xwe xelka Rojavayê Kurdistanê û niha li Hewlêrê dijî, dema ji karê xwe vedigeriyaa male, otombêleke spî ji corê Honda li ber wê rawestiya û 2 xort jê daketin û ew bizorê xistin otombêlê”.

(S.H) ku niha di rewşeke derûnî ya xirab de djijî,ji Peyamnêrê Rûdawê re hûriyên vê bûyerê wiha got: “Destpêka ku ez xistim nava otombêlê dev û çavên min bi paçekê girêdan”

Herwiha peymanêrê me ragihand ku wê keçê da zanîn ku wan xortan ew birin derveyî Hewlêrê û li wir her sêyan dest dirêjî lê kirin.

(S.H) her wiha got ku “Piştire sê xortên din jî hatin û tevlî wan her sê kesên din bûn û wan jî dest dirêjî li min kirin”.

(S.H) ji peyamnêrê Rûdawê re eşkere kir ku piştî wan xortan destirêjî lê kirin ew bi cî de hîştin û reviyan, piştire malbateke nêzîk ji cihê bûyerê bi hawara wê ve çûn û ew anîn û radestî Asayişa Hewlêrê kirin.

Ji aliyê xwe Asayişa Helwêrê bi cidî li ser vê meselê sekinîn û dest bi lêkolênên xwe kirin û di demeke nêzîk de wê encamên wan îlan bikin.

Rudaw
Top