• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Rihayê 50 mizgeftên nû tên çêkirin

Gulan Media January 7, 2014 Civakî
Li Rihayê 50 mizgeftên nû tên çêkirin
Li Rihayê avakirina 50 mizgeftên nû hat destpê kirin. Di rewşa heyî de li bajêr 150 dibistan û 1.809 mizgeft hene.

Li navenda Rihayê 237 , li navçe û gundê n wê jî hezar û 572 mizgeftan têrê nekir. Di sê mehên dawiyê de îşaatên 50 mizgeftên nû hatine destpêkirin. Tê plan kirin ku di nava 5 salên bên de 600 mizgerftên dîn jî bên avakirin.

Riha li gel navçeyên xwe bi fermî milyonek û 762 hezare. Di rewşa heyî de 1.809 mizgeft tên dîtin. Li gorî sistema perwerdeyê ya 4+4+4 jî tenê li bajêr 150 dibistanên seretayî hene.

Di derbarê mijarê de Miftiyê Bajêr Îhsan Açik agahî da û ragihand ku armaca me ji her 800 kesî mizgerftekî biçûk û jibo her 5 hezaran jî misgeftekî mezin avabikîne.

Açik da diyar kirin ku bajarê şêniya wê 10 hezar pêwistiya wê bi 3 misgeftan heye û bang li şaredariyê kir ku li her parkê misgeftekê ava bike.

Li Riha yê ji bo her 970 kesan misgeftek, ji her 11 hezar û 700 kesan re dibistaneke.

Li gorî rapora di Tirmeha sala 2013’an de eşkere dikî de li Tirkiyê giştî de herî kêm 82 hezar û 693 mizgeft hene. Bi gotinekî din dinava 10 salên hikûmeta AKP’ê li ser desthiladariyê de herî kêm 8 hezar û 743 mizgeft hatîne çêkirin.

Li Stenbok ku şêniya wê nêzî 14 milyonane 3.190 misgeft hene. Piştî Stenbolê Konya tê wê jî 3.087 hene û piştî konyayê jî Enqere tê wê jî 2.875 misgeft hene.

Li Erebîstana Sûîdyê ku Kabe lê ye tenê 70 hezar misgeftên wê hene. Ku xwediyê 26 milyon şêniye ji her 333 kesan re misgeftek dikeve. Li Tirkiyê jî ji her 906 kesan re misgeftek dikeve.

ANF
Top