• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Îranê nêzîkî 10 milyon nexwendewar hene

Gulan Media December 28, 2013 Civakî
Li Îranê nêzîkî 10 milyon nexwendewar hene
Berpirsê rêxistina bi navê “tevgera fêrkirinê” ya Îranê Elî Baqirzade ragihand, li Îranê nêzîkî 85%ê welatiyan dikarin bixwînin û binivîsin û 15%ê din jî nikarin binivîsin û bixwînin. Baqirzade diyar kir ku pileya Îranê li gorî asta perwerdeya cîhanê baş nîne.

Li gorî nûçeya ajansa Mêhr a îranî, berpirsê rêxistina tevgera fêrkirinê ya Îranê Elî Baqirzade eşkere kir ku di serjimêriya dawî ya ku li ser 67 milyon û 681 hezar welatiyên ku temenê wan ji 6 salan zêdetir e, hatiye lidarxistin 57 milyon û 361 hezar welatî (85%) karîne bixwînin û binivîsin.

Elî Baqirzade da zanîn, lê 9 milyon û 719 hezar welatî jî (nêzîkî 15%) gotine ew nikarin binivîsin û bixwînin û nexwendewar in.

Wî berpirsê îranî her wiha anî ziman ku rewşa 600 hezar kesên din jî nayê zanîn.

Berpirsê rêxistina tevgera fêrkirinê ya Îranê eşkere kir ku li gorî pîvanên UNESCOyê yê perwerdê, ji nav 164 welatên cîhanê Îran di rêza 86an de ye û wiha got: “Ji ber wê jî rewşa Îranê zêde baş nîne.”

Elî Baqirzade da zanîn ku herî zêde jin bi taybet jinên gundan nexwendewar in.

Li gorî Baqirzade, yek ji sedemên paşdemana asta perwerdê li Îranê pirsgirêkên aborî ye û xercê fêrkirina welatiyekî/ê li Îranê 545 hezar tûmen (nêzîkî 210 dolar) e.

Rêxistina tevgera fêrkirinê ya Îranê ku wek rêxistina Nihzetê tê naskirin, sala 1979an ji aliyê rêberê şoreşa îslamî ya Îranê Ayetullah Xumeynî ve û bi mebesta fêrkirina mirovên bitemen û zarokên ku destê malbatên wan kurt e, hat avakirin.

Li gorî qanûnên Îranê, asta xwendewariyê bi vî awayî ye: Eger kesek bikaribe bixwîne û binivîse û Quranê jî bixwîne wê çaxê xwendewar e lê eger nekaribe bixwîne û binivîse wê demê nexwendewar e.

Rudaw
Top