• Sunday, 28 July 2024
logo

Termê keçeke biyanî li Silêmaniyê hat dîtin

Gulan Media December 22, 2013 Civakî
Termê keçeke biyanî li Silêmaniyê hat dîtin
Îro nîvro li taxa Eqarî ya bajarê Silêmaniyê termê keçeke xelkê welatê Nîpalê di nava mala ku tê de kar dikir hat dîtin.

Berdevkê polîsê Silêmaniyê Serkewt Ehmed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand “Îro saet 12ê nîvro keçeke nîpalî ku jidayikbûna sala 1989an e û di nav malekê de Ii taxa Eqarî kar dikir, xwe daleqand û fetisî”.

Ehmed herwiha got “Keça nibalî sûd ji wê yekê dîtiye ku ti kes di nav male de nebû”.

Bi gotina berdevkê polîsê Silêmaniyê “Wê keçê berî 2 rojan jê re gotibûn ku dayika wê li Nîpal nexweşe û ew ji ber vê yekê jî gelek aciz bû, lewra dibe ku di bin guvaşên pskolojî de biryar dabe xwe bikuje”.

Derbarê awayê şandina termê wê bo Nîpal, Serkwet Ehmed diyar kir ku kompaniya ew aniye Herêma Kurdistanê dê termê wê bibe Nîpalê.


Rudaw
Top