• Sunday, 28 July 2024
logo

Temenê wê 13 slaî ye 3 zarok bi hev re anî

Gulan Media December 18, 2013 Civakî
Temenê wê 13 slaî ye 3 zarok bi hev re anî
Dema ku li cîhanê xwedê sê zarokan dide jineke ducan dibe bûyereke balkêş, lê dema ew dayik 13 salî be dibe bûyereke sosret.

Li yek ji nexweşxaneyên paytexta welatê Dominiken, Santo Domîngo jineke ducan ku temenê wê 13 salî ye bo dayika 3ê zarokan.

Li gorî ku nexweşxaneyê ragihandiye, hersê zarok di tendrustiyeke baş de ne û eşkere kir ku giraniya wan her sê zarokan 1.9, 1.4 û 1.7 kg e.

Rojnameya el-Heyat ya erebî belavkiriye ku ev jina 13 salî ji laiyê zilamekî 61 salî ve dest dirêjiya lê hatiye kirin û niha rayedarên Domînîkenê hewla girtina wî zilamî didin.

Herwiha nexweşxaneyê ragihand ku dayika wan zarokan gellekê kêfxweş e û navên Samwêl, Xosiyêh û Govanî li zarokên xwe kiriye.

Tê gotin ku welatê Domînîken yek ji her 5 welatên Amerîkaya Latînî ye ku diyardeya ducaniyê di nav sinêlan de belav dibe.

Rudaw
Top