• Sunday, 28 July 2024
logo

Pênc ciwanên Kurd di lîsteya Short Cut a Swêdê de ne

Gulan Media December 16, 2013 Civakî
Pênc ciwanên Kurd di lîsteya Short Cut a Swêdê de ne
Navê pênc ciwanên Kurd di lîsteya ’’Ciwanên pêgehştî’’ yên sala 2013’an de ye. Ew lîste her sal ji aliyê saziya ’’Short Cut’’ê ve ku magazîneke Swêdî ye tê amade kirin û tede 100 ciwanên Swêdî têne nasandin ku bi kar û çalakiyên xwe, di warên xwe de kesên serkeftî, xwedî şiyan û nû bûne.

Navê ciwanên Kurd yên di lîsteyê de: Kejal Ademî (Stranbêj), Hêlîn Barzanî û Nabîle Ebdulfetah (Endamên saziya xebat ji bo demokrasiyê), Kawe Zulfeqarî (Nivîskar), Lawên Muhtedî (Nivîskar û rojnamevan), Evîn Ehmed (Ekter).

Li gor saziya navbirî, ew kes sedema pir rengiya welatê Swêdê ne.

Basnews
Top